Reqa: Operasyona HSDê ya li dijî DAIŞê bi dawî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona HSDê û hêzên Asayîşê ya bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Reqayê bi dawî hat.

HSDê dibêje, di operasyonan de 127 endamên DAIŞê ku yek ji wan waliyê Reqayê yê DAIŞê bûye girtin û operasyonê armanca xwe pêkanî.

Ew operasyon bi navê Tolhildana şehîdên Reqayê birêve çû, di êrîşa DAIŞê de, di Kanûna 2022ê de li ser navendeke asayîşê li Reqayê 6 endamên asayîşê û HSDê canê xwe ji dest dabûn.

Li parêzgeha Reqayê, Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê dijî şaneyên DAIŞê berdewam e.

Hêzên hevbeş ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê û hêzên asayîşa Rêveberiya Xweeser pêk tên bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî li çend taxên herdû bajarên Reqa û TebqeYê hejmareke endamên DAIŞê girtin, herwiha ser bi tûnêleke çekan serdema Reqa paytexta DAIŞê bû vebûn.

Fermandarekî asayîşa Rêveberiya Xweser li Reqa Elî Hesen got, “Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê li herdû navçeyên Reqa û Tebqe û gundewarên wan dijî şaneyên DAIŞê destpê kiriye, ev jî piştî êrîşa wan li ser navenda asayîşê bûbû, ku dixwestin vî cihî kontrol bikin daku tevlîhevî û bêserûberiyê çêbikin, lewra me dest bi operasyona pişkinînê kir.”

Êrîşa çekdarên DAIŞê di Kanûna 2022an de li ser navendeke asayîşê li bajarê Reqayê ku ji encamê 6 endamên asayîşê û HSDê canê xwe ji dest dabûn, herwiha destpêkirina vê operasyonê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav bajar, bajarok û gundewarê parêzgeha Reqayê tirseke zêde li ba xelkê Reqayê çêkiriye.

Şêniyê Reqayê Yûsif el-Nasir anî ziman, “Helbet xelk ditirsin. Em li ser malbat, zarok, kesûkar û mirov û dostên xwe ditirsin, wata eger DAIŞ vegere wê karesat çêbibe.”

Şêniyê Reqayê Ehmed Hemed got, “Ez li ser rewşa ewlehî û aborî ditirsim. Bi rastî em li ser her tiştî ditirsin. Tiştek li ba me nîne. Ne têgihiştin, ne sazî, ne şiyanên darayî û aborî, qet tiştek li ba me nîne.”

Li gor Odedya Hêzên hevbeş ser bi Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê, wan heta niha 150 endamên DAIŞê di operasyona pişkinînê de girtine, di nav wan de waliyê Reqayê yê DAIŞê û çend serkirdeyên vê rêxistinê hene.