Îlam: Li dijî girtina xwepêşanderekî peykerê Besîc anîn xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li bajarê Awdanan ê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo nîşandana nerazîbûna li hember girtina xwepêşanderekî xelkê wî bajarî Secad Mûradniya, xelk hatin ser cadeyan û peykerê Besîc ê li meydana sereke ya anîn xwarê.

Xwepêşander peykerê Besîc ê li meydaneke bajarê Awdanan ber bi xwar ve radikişînin. Ev sembola Besîc berê jî çendîn car hatibû şewitandin. Şeva borî xelkê Awdanan wek nerazîbûnekê li ser desteserkirina xwepêşanderekî xelkê vî bajarî, hatin ser cadeyan û dijî desthilata Îranê slogan bilind kirin.

Xwepêşanderekî Awdanan got, “Eger Secad neyê azadkirin, her şev her wiha dibe, divê Secad bê azadkirin.”

Secad Mûradniya du roj berî niha li bajarê Mescid Silêman hat desteserkirin, bi tohmeta ku rola wî di xwepêşandanên berê yên Awdanan de hebûye.

Nerazîbûna xelkê Awdanan bi awayekî sembolîk bû jî. Di yekem şeva Dehê Fecir de hat kirin, sala 1979an di vê şevê de Rêberê Berê yê Îranê vegeriya û deh roj piştre hikûmeta paşayetî rûxiya. Lewra jî peyameke wan bo dijberên Komara Îslamî hebû.

Xwepêşanderekî din ê Awdananê jî anî ziman, “Daxwazê ji hemû hêzên opozisyona Îranê dikim ku bilez hevpeymaniyekê pêk bînin, em li ser van cadeyan heta kengî sloganan bilind bikin?, sebra me jî sînorekî wê heye, eger hevpeymaniyekê pêk neyînin, ji we jî derbas dibin.”

Heta niha jî li cîhanê li ser asta kesayetiyên navdar, girîngî bi nerazîbûnên Îranê tê dayîn, 470 kesayetiyên mezin ên siyasî, hunerî, zanistî û edebî yên cîhanê, bi belavkirina nameyekê dibêjin, serkeftina azadiyê li Îranê, dikare pêla demokrasiyê li cîhanê vejîne, pêlek ku di Sedsala Bîstem de gelekî bihêz bû, lê niha ji nav çûye.

Serokkomar, serokwezîr, wezîrên berê yên welatan û nivîskarên navdar ên cîhanê ev piştgirîname îmze kirine û daxwaz ji welatan kirine ku piştgiriya xwepêşanderan bikin.

Berpirsên Îranê asta xwepêşandanan wek nerazîbûna li beramber rewşa aborî bi nav dikin û li gor wan eger rewş hinekî baştir bibe, ev nerazîbûn jî namînin.

Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê Xulamhusên Muhsînî Êjeyî got, “Eger em nikaribin pirsgirêka aborî û debarê çareser bikin, dijmin pêdagiriyê li ser vê birînê dike. Li van çend mehan de ku serêşiyek çêkirin, sûd her ji vê birînê wergirtin.”

Li Awdanan xelk bi hincetekê hatine ser cadeyan, ev jî nîşana wê yekê ye nerazîbûn kêm jî bûbin, lê zemîn her maye.