Selman Barûdo: Eger derî bê vekirin divê di destê Rêveberiya Xweser de be

02-02-2022
Xalid Cemîl Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku eger Deriyê Qamişlo-Nisêbîn bê vekirin divê di destê Rêveberiya Xweser de be.

Derbarê egera vekirina Deriyê Sînorî yê navbera Qamişlo û Nisêbînê de, Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ji Rûdawê re got: “Dema Deriyên Sêmalka û Welîd hatin girtin, destêwerdaneke Rûsî û hikûmeta Sûrî çê bû, da guşarê li ser Rêveberiya Xweser çê bikin, ku di wê mijarê de, li gorî arasteya xwe ya siyasî tev bigerin.”

Ji bo Deriyê Sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê jî, Barûdo dibêje: “Zanyarî hatine belavkirin ku wê di destê hikûmetê de be, û amadekarî ji bo wê yekê tên kirin, lê Rêveberiya Xweser wiha dibîne ku eger ew derî bê vekirin, divê di destê Rêveberiya Xweser de be, ji ber ew derî li navçeya desthilata Rêveberiyê ye, hevdem dibe hevahengiyek di wê derbarê de ligel hikûmeta Sûriyê hebe, ji ber ku ew hikûmeta navendî ye.”

Her li ser bandora vekirina wî deriyê sînorî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Hevserokê Desteya Aborî got: “Di hemû warên aborî, bazirganî û debara jiyanê de, wê bandoreke erênî hebe, bi taybetî xercî û lêçûya veguhastina kereste û kelûpelan wê kêmtir be, wiha jî wê peydakirina pêdiviyên jiyana rojane ya xelkê asantir bibe, ji ber ku ew derî nêzîktir e.”

Selman Barûdo, di daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re tekezî li ser wê yekê jî kir ku di heman çarçoveyê de, ew “Banga xwe digihînin hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî ku Deriyê Sînorî yê Til Koçer bê vekirin, ji ber gelekî girîngiya wî deriyî jî, bo xelkê wan navçeyan heye.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya bang li Serokkomarê Tirkiyê kiribû û gotibû: "Divê hemû deriyên sînorî û yê Nisêbînê jî di nav de ku ligel Sûriyê ne, careke din bên nûjenkirin û vekirin." Herwiha amaje bi wê yekê jî da ku, 13 deriyên sînorî yên Tirkiyê ligel Sûriyê hene û  “Yek ji wan deriyên ku herî girîng in, deriyê sînorî yê Nisêbînê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst