Parêzgariya Wanê: Di Çileya 2022ê de 3288 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku di Çileya 2022ê de 3 hezar û 288 koçber û 171 kesên ku veguhestina koçberan organîze dikirin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

Parêzgariya Wanê derbarê wan dîmenên koçberan de ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin û ji sînorê Rojhilat derbasî Bakurê Kurdistanê dibin daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ew dîmen ne li parêzgeha Wanê hatine girtin.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, di Çileya 2022ê de 2 hezar û 398 koçberên ku xwestine ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Wanê bibin jî hatine astengkirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, di Çileya 2022ê de 3 hezar û 288 koçber û 171 kesên ku veguhestina koçberan organîze dikirin, hatine desteserkirin û ji wan 80 kes bi biryara dadgehê hatine girtin.

Herwiha polîsan dest danîne ser 68 otomobîlan jî ku di veguhestina koçberan de hatine bikaranîn.

Parêzgariya Wanê diyar dike ku ligel hemû şert û mercên keş û hewayê yên nerênî ew li ser operasyonên xwe berdewam in û koçberên tên girtin piştî kar û barên yasayî bo welatên wan tên şandin.