Myles Caggins: Divê Tirkiye li helwesta xwe vegere

02-02-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Myles Cagging Tirkiye Amerîka HSD Rojava Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî yê berê Myles Caggins di derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Şingal, Mexmûr û Dêrikê de diyar kir ku êrişên Tirkiyê cihê nîgeraniyê ne û got jî,  “Êrişên Tirkiyê dibin sedema kuştina sivîlan. Divê Tirkiye li helwesta xwe vegere.

Myles Caggins amaje bi wê yekê kir ku bomberana Tirkiyê bûne sedema jiyan ji destdana sivîlan û dibêje “Hemû hêzên cihanê gava êrişî cihên serbazî dikin, divê xwe ji armancgirtina xelkê sivîl dûr bixin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî yê ber Myles Caggins beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê dawîn bombebaranên Tirkiyê yên li ser Şingal, Mexmûr û Dêrikê de axivî.

Myles Caggins ragihand ku êrişên Tirkiyê dibin sedema dilgiraniyê û divê Tirkiye welatiyên sivîl neke armanc û dibêje “Divê Tirkiye li helwesta xwe vegere.”

Li ser bêdengiya Amerikayê ya di derbarê êrişên Tirkiyê de Caggins da zanin ku biryarên Amerîkayê li Wezareta Berevaniyê û Pentagonê têne wergirtin û wiha berdewam kir “Ev pirseke jeosiyasî ye. Tirkiye û Amerîk heypeyman ê NATO yê ne. Tirkiye endmeke hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye. Herwiha di navbera Tirkiye, Bexda û Hewlêrê de jî danûstendinên taybet hene.”

Herwiha derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser li Rojava ku PKK dike hincet Caggins tekez kir û got “Êrişên Tirkiyê ne ji ber hinceta hebûna PKK ye.”

Myles Caggins da zanîn ku Amerîka dê piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam bike.

Li aliyê din derbarê êrişa li HSDê de jî Caggind daxwaz ji civaka navdewletî kir ku divê girtiyên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê bo welatên wan bên vegerandin, da ku erkên HSD kêmtir û asantir bibin.

Caggins sedema ku Amerîka li Rojava dimîne jî wiha eşkere kir “Êrişa heftiya boriya ya DAIŞê ya li ser zindanê disepîne ku hê jî DAIŞ li Sûriye û Iraqê gef e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst