Tirkiyê: Me Şingal, Dêrik û Qereçox bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku şeva derbasbûyî  navçeyên Şingal, Dêrik û Qerecox bombebaran kirin.

Şeva borî Kampa Mexmûr û derdora wê hatin bombebarankirin û di heman demê de firokeyên şer ên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê Şingal û li Rojavayê Kurdistanê navçeya wêstgeheke petrolê li gundê Teqil Beqil li Dêrikê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku “bi armanca jinavbirna gefên PKK, KCK, YPG yên li ser ewlehiya sînor” wan di çarçoveya mafê xwe bo berevanîkirina li xwe opersyan encam dane bi taybetî ew cihên ku ew grup weke penageha ji xwe re dibînin ew jî li Şingal, Dêrik û Qerecox.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha amaje bi wê yekê da ku di wê opersyonaê de wan bi hestyarî mimale kir bo ku canê û malê xelkê sivîl nekin armanc.

Êrişên Tirkiyê

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî derdora saet 22.00ê firokeyên şer ên Tirkiyê Kampar Mexmûr, dorûberê û sengerekî PKKê li sînorê Çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.

Derbarê vê yekê de Qaymeqamê Mexmûr Rizgar Mihemed ji Rûdawê re got: "Kampa Mexmûr a penaberan hat bombebarankirin, bombe li nav kampê û çiyayê nêzîkî wê ketin."

Rizgar Mihemed got hêj ziyanên bombebaranê nehatine zanîn.

Herwiha hat zanîn ku di heman demê de firokeyên şer ên Tirkiyê navçeya Çil Mêra li ser Çiyayê Şingalê bombebaran kir.

Çavkaniyekî xwecihê ji Rûdawê ragihand ku her duh danê êvarê balafirên şer ên Tirkiyê gundê Gir Kendal ê Dêrika Rojavayê Kurdsitanê bombebaran kir.

Derbarê armancên firokeyan de heman çavkaniya xwecihî diyar kir ku Wêstgeha Çaremîn a Elektrîkê li gundê Gir Kendal ên ser bi herêma Dêrikê ve kiriye armanc ku navenda YPG-HSDê lê wê derê ye û  û di encamê de 2 endamên HSDê birîndar bûn û ew şandin nexweşxaneya Dêrikê.

Li gor zanyariyên medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, du top li wêsteghê ketine, ya yekem wêstgeh jinav bir û ya duyem hîna ne teqiye.