Li Qamişlo êrişî tîma Rûdawê hat kirin û wênegir hat îşkencekirin

02-02-2022
RÛDAW
Wênegirê Rûdawê Îsa Hesen Xelef hat îşkencekirin
Wênegirê Rûdawê Îsa Hesen Xelef hat îşkencekirin
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Vîviyan Fettah Rojava Qamişlo Îsa Hesen Xelef Ebdullah Mejdel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ji aliyê grûpekê ve rastî êrişê hat û wênegir hat îşkencekirin.

Îro Çarşemê, demjimêr 14.00, di dema rûmala merasîma bixakspartina 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Goristana Şehîdan a Qamişlo, hêzeke nenas êriş bir ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Vîviyan Fettah, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel pêk dihat.

Li Goristana Şehîdan 6 jinên endamên Asayişa Qamişlo, rêgirî û bêrêzî bi peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah dikin û piştre dibin navenda Asayişa Qamişlo.

Herdu Hevserokên Navenda Asayişa Qamişlo lêborînê ji peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê dixwazin, li ser wê serederî û bêrêziya hêzên asayişê li Goristana Şehîdan û bi rê dikin.

Lê di heman demê e her li Goristana Şehîdan, 5 kes ku cilên serbazî li ber bûn, lê endamên asayiş an hêzên polîs nebûn, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel siwarî otomobîleke Rûdawê dikin, dibin cihekî derveyî Qamişlo û piştî îşkence, lêdan û gefan, wan berdidin.

Di vê êrişê de kamêra, sîstema veguhestina weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, çend belge û nasnameya peyamnêr Vîviyan Fettah ku di çenteya di otomobîla Rûdawê de bûn, hatine birin.

Di çenteya Vîviya Fettah de (nasnameya Tora Medyayî ya Rûdawê, karta endamtiya Yekîtiya Ragihandina Azad, welatînameya Sûriyê, moleta şofêriyê, salnameya otomobîlê û nasnameya Encûmena Ragihandina Rêveberiya Xweser) tê de bûn, hatine birin lê dest nebirine pere û kelûpelên din.

Piştî berdana wênegir û şofêrê Tora Medyayî ya Rûdawê û eşkerebûna îşkence û azardayîna wan, Rêveberê Ofîsa Qamişlo ya Tora Medyayî ya Rûdawê û peyamnêr, wênegir û şofêrê Rûdawê li Navenda Asayişa Qamişlo, giliya yasayî bi fermî tomar kirin û soz bi wan hatiye dayîn, ew grûpa êrişî tîma Tora Medyayî ya Rûdawê kiriye, bê dîtin û kelûpelên Rûdawê bên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst