Vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo di rojevê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de piştî 10 salan careke din di rojeva de ye. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê bang li Serokkkomarê Tirkiyê  kir, ku ew derî  careke din bêne nûkjenkirin  û vekirin.  Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku eger Deriyê Qamişlo-Nisêbîn bê vekirin divê di destê Rêveberiya Xweser de be.

Deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo piştî destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011an de, ji sala 2012an ve hatiye girtin.  Herî dawî di salên 2013 û 2014an de ji bo alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî  hatibû bikaranîn. Derî ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ye .

Mehmet Kaya  bang li Erdogan kir

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya  bi daxuyaniyeke nivîskî bang li  Serokkkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir, ku Deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo jî ligel hemû deriyên sînorî yên Tirkiyê yên ligel Sûriyê careke din bêne nûkjenkirin  û vekirin.

Mehmet Kaya derbarê wî deriyê sînorî  de ji Rûdawê re ragihand, Tirkiyê  tevî ku di warê dîplomatîk de pirsgirêk ligel çend welatan hene, lê di warê hinardekirinê de ti pirsgirêk nîne  û  hewl dide ligel wan bazirganiya xwe pêşvebibe.

“Divê pirsgirêkên siyasî rê li ber bazirganiyê negire”

Kaya got: “Niha ligel Îsraîl, Yunanîstan û Ermenîstanê jî pirsgirêkên me hene, lê ji bo destpêkirina bazirganî ya ligel Îsraîl, Yunanîstan  û Ermenîstanê careke din pêngav hatin avêtin. Welatê ku bi navçeyê re herî peywendîdar Sûriye ye. Derbarê Sûriyê de jî me bangawaziyek wiha li Serokkomar kir. Divê ev deriyê ligel  Sûriyê jî demildest  bê vekirin û  careke din bazirganî destpêbike. Di navbera welatan de pirsgirêkên siyasî her demekê hene, lê divê ev yek rê li ber bazirganiyê negire.”

“Deriyê Nisêbîn-Qamişlo bandoreke erênî hebe”

Berî destpêkirina krîza Sûriyê  wî deriyê  sînorî  bandaroke girîng li ser bazirganî û geştiyariya di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de hebû,  lê ji destpêka krîza Sûriyê ve hatiye girtin û di bandorek nerênî li ser aboriya herdu aliyan dike. Beşek  ji bazirganên Rojavayê Kurdistanê   pêşwaziyê li vê bangawaziya  Serokê Odeya Bazirganî û Pîşezaziya  Amedê dikin.

Derbarê egera vekirina Deriyê Sînorî yê navbera Qamişlo û Nisêbînê de, Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ji Rûdawê re got: “Dema Deriyên Sêmalka û Welîd hatin girtin, destêwerdaneke Rûsî û hikûmeta Sûrî çê bû, da guşarê li ser Rêveberiya Xweser çê bikin, ku di wê mijarê de, li gorî arasteya xwe ya siyasî tev bigerin.”

“Amadekariyên vekirina derî têne kirin”

Ji bo Deriyê Sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê jî, Barûdo dibêje: “Zanyarî hatine belavkirin ku wê di destê hikûmetê de be, û amadekarî ji bo wê yekê tên kirin, lê Rêveberiya Xweser wiha dibîne ku eger ew derî bê vekirin, divê di destê Rêveberiya Xweser de be, ji ber ew derî li navçeya desthilata Rêveberiyê ye, hevdem dibe hevahengiyek di wê derbarê de ligel hikûmeta Sûriyê hebe, ji ber ku ew hikûmeta navendî ye.”

Her li ser bandora vekirina wî deriyê sînorî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Hevserokê Desteya Aborî got: “Di hemû warên aborî, bazirganî û debara jiyanê de, wê bandoreke erênî hebe, bi taybetî xercî û lêçûya veguhastina kereste û kelûpelan wê kêmtir be, wiha jî wê peydakirina pêdiviyên jiyana rojane ya xelkê asantir bibe, ji ber ku ew derî nêzîktir e.”

Selman Barûdo, di daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re tekezî li ser wê yekê jî kir ku di heman çarçoveyê de, ew “Banga xwe digihînin hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî ku Deriyê Sînorî yê Til Koçer bê vekirin, ji ber gelekî girîngiya wî deriyî jî, bo xelkê wan navçeyan heye.”