Galeriya wêneyan

02-02-2020
12 Photos
RÛDAW

Her sal di demsala zivistanê de gelek kes berê xwe didin Hewramana Text û beşdarî ahenga Pîr Şalyar dibin. Îsal jî wek salên berê ev kevneşopiya Kurdewarî li Hewramana Text hat lidarxistin.

Merasîma Pîr Şalyar merasîmekê kevn a kurdewarî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û li devera Hewramanê birêve diçe. Ahenga Pîr Şalyar her sal çarşema yekem a nîvê duyem, meha duyem a zivistanê birêve diçe.

Pîr Şalyar pîrekî navdar û xwedî rêzeke bêhempa li navçeya Hewramê ye. Ew xelkê navçeyê bûye û xelkê navçeyê wî wek kesayetiyekî manewî û xwedan keramet dihesibînin,

Li gor efsaneyên navçeya Hewramanê, Pîr Şalyar kariye bi keramatên xwe, keça Şahê Buxarayê çareser bike, ku hemû pizîşkên navdar ên wê serdemê nekarîne wê çareser bikin, Şahê Buxarayê jî li hember wê yekê, keça xwe daye Pîr Şalyar û daweta wan bi coşeke mezin hatiye lidarxistin. Merasimên niha ku birêve diçin, bi wê bûyera dîrokî û efsaneyî ve tê girêdan.

Ew rîwayeta taybet, dîrokeke wê ya diyarkirî nîne û hin kes dibêjin 700 sal berî niha bûye û hinek din jî vedigerînin bo zêdetir ji 1000 sal beriya niha. Merasim hemû salan tê lidarxistin û 3 rojan didome.

Merasima Pîr Şalyar bi dabeşkirina gûzên baxekê dest pê dike ku wek baxê Pîr Şalyar tê naskirin, paşê ajel tên qurbanîkirin û xwarinên taybet tên amadekirin. Nimêj, zikr û dua jî bi awayên taybet birêve diçin û govend û sema jî beşek ji merasimê ye.

Hewramana Text li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û her sal mêvandariya du merasîman dike ku yek ji wan di naverasta demsala zivistanê ye û bi ahenga Pîr Şalyar tê nasîn û ya din jî di naverasta demsala biharê de ye û bi Komsay tê nasîn.

Wêne: Ji aliyê Nazim Maniya ve bo Rûdawê hatine şandin.