UNHCR dixwaze li nêzîkî Hecîn kampekê ava bike
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Koçberan li Neteweyên Yekbûyî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dixwaze navçeyeke nêzîkî Holê destnîşan bikin ji bo ku ew kampekê li wir ji bo koçberên Sûriyê ava bikin.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Koçberan li Neteweyên Yekbûyî Andrej Mahecic ji rojnamevanan re got ku rewşa mirovî li herêma Hecîn gelekî dijwar e û ji ber vê yekê daxwaza selametî û vekirina rêyekê ji bo xelkê sivîl dikin, da ku di zûtirîn dem de alîkariyên navdewletî ji wan koçberan re bêne pêşkêşkirin.
Andrej Mahecic diyar kir ku ev dû hefte ne wan daxwaza xwe pêşkêşî HSD kirine, lê heya niha HSDê bersiva wan nedaye.
Li gor zanyariyên Komîsyona Bilind a Koçberan li Neteweyên Yekbûyî di 2 mehên derbasbûyî de ji ber şerê li dijî DAIŞê bi hezaran kes koçber bûne, herwiha ji ber sermayê jî di vê dema dawiyê de 29 zarokan li Kampa Holê jiyana xwe jidest dabûn.
Andrej Mahecic wiha dibêje: “Ji dema derketina şer di serê Kanûnê de li Hecînê, zêdetirî 23 hezar kes reviyabûn û berê xwe dabûn Holê. Hejmara akinciyên Holê jî 3 qatan zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku hejmara koçberan zêdetir bibe.”
Mahecic da zanîn ku ew malbatên ku ji Hecîn direvin, ji wan re dibêjin, rêya derbasbûna wan bo navçeyên aram gelekî metirsîdar e, ew di tariya şevê de direvin, piraniya caran jî, ew erdên tije mayin derbas dikin.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Koçberan li Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ji destpêka meha Kanûna 2018an ve wan jiyanjidestdana 29 zarokan tomar kiriye û wiha pê de çû: “Me daxwaz ji wan berpirsan kiriye, ku wê deverê kontrol dikin, daku em dest bi karê xwe bikin, û me ev daxwaz jî ji wan kiriye, ku li wan deverên ku ew têde şer dikin, heya ku bikaribin jiyan û ewlehiya welatiyên sivîl biparêzin. Di heman demê de jî, rê li ber alîkariyên mirovî vekin, daku bigihê wan deverên ku pêdiviya wan bi vê alîkariyê heye.”