15 sal cezayê zindanîkirinê li Tuncel û Kişanak hat birîn

02-02-2019
RÛDAW
Nîşan Sebahat Tuncel Gultan Kişanak Zindanîkirin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Meletiyê cezayê 14 sal û 3 meh zindanîkirinê li Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û 15 sal cezayê zindanîkirinê li Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel birrî.

 

5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 3 meh û bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" 3 sal ceza li Gultan Kişanak, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 9 meh û bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" jî 5 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birrî.

 

Di dema birêveçûna rûniştina dadgehê de, tîmên polîs û cendirmeyan tedbîrên ewlekariyê yên tund li pêşiya 5emîn Dadega Cezayên Giran a Meletiyê stendibûn.

 

Gultan Kişanak beşdarî rûniştina dadgehê bû, lê Sebahet Tuncel ji ber rewşa tendirustiyê nikarîbû beşdarî rûnştina dadgehê bibe, lê parêzerên wê li dadgehê amade bûn.

 

Gultan Kişanak di dema berevaniya xwe de ragihand ku Sebahet Tuncel dixwest beşdarî rûniştinê bibe lê ji ber ku ev 18 roj bûn di gireva birçîbûnê de de bû nikarîbûbeşdar bibe.

 

Di dawiya wê rûniştinê de cezayê 14 sal û 3 meh zindanîkirinê li Gultan Kişanak û 15 sal li Sebahet Tuncel  hat birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst