Piştî 12 salan yekem car e Başûrê Kurdistan ewqas dicemide

Hewlêr (Rûdaw) – Sirûseqeqma li Başûrê Kurdistanê berdewam e, ji ber barîna berfê rêyên bi dehan gundan hatine girtin û duh bi şev li hinek herêman pileya hewayê ket di bin sifrê de 16ê.

 

Rêveberê Meteorolojiyê Fazil Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku li herêma Hecî Omer a Hewlêrê ku sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, pileya hewayê heta di bin sifrê de 16ê daketiye.

 

Fazil Îbrahîm diyar kir ku ji sala 2005ê li Herêma Kurdistanê û Iraqê cara Yekem e bi ewqasî nizm bûye.

 

Li çend bajarên Başûrê Kurdistanê di heyama 24 seatên dawiyê de pileya hewayî wiha hatiye pîvan:

 

Hewlêr: -3

Silêmanî: -6

Duhok: -4

Helebce: -2

Kelar: -2

Helşo: -10

Heci Omeran: -16

Çoman: -13

Soran: -7

Kanî Masî: -13

Akre: -5

Barzan: -7

Amedî: -9

 

Ji ber serma û barîna berfê dewam hatiye rawestandin


Ji ber daketina pileyên germê û pêla barîna berfê, îro Pêncşemê li Silêmaniyê betlane hat ragihandin.


Nivîsîngeha ragihandina parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku îro roja Pêncşemê ji ber daketina pileyên germê û pêla berfê ya ku Silêmanî jî daye ber xwe, îro betlane ye.


Di daxûyaniya ragihandina parêzgeha Silêmaniyê de hat gotin, ev betlaneya ku hatiye ragihandin, hêzên ewlekariyê û fermangehên xizmetgûzariyê nagre nava xwe.


Her wiha Elî Osman, parêzgarê Helebce yê bi wekalet jî ragihand ku ji ber daketina pileyên germê û barîna berfê îro Pêncşemê li tevahiya parêzgeha wan dewam tine ye.


Birêveberê Hewanasî û Erdhejiya Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm jî ji Rûdawê re ragihand ku rêjeya barîna berfê li sînorê Başûrê Kurdistanê nêzîkî metreyekê bûye û dê di nava çend rojên bê de pileyên germê ji 2 heya 5 derece dibin sifrê de dakevin.