Xazir - 12 navendên DAIŞê hatin jinavbirin

03-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên hevpeymanan bi dijwarî navendên çekdarên DAIŞê li Eniya Xazirê bombebaran kirin û 12 binkeyên wê rêxistinê jinav birin.

 

Serpireştê Hêza Pêşmerge li Eniya Xazir Arif Teyfûr di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi dijwarî navendên çekdarên DAIŞê li Eniya Xazirê dane ber bombeyan.”

 

Arif Teyfûr got: “Balafiran binkeyên DAIŞê li gundên Til Eswed, Şaqolî û Şêx Emîr bombebaran kirin.”

 

Teyfûr da zanîn, “di encama bombebarana balafiran de 12 navendên çekdarên DAIŞê hatin jinavbirin.”

 

Serpireştê Hêza Pêşmerge tekez kir, ku êriş ji aliyê 2 balafirên hevpeymanan ve pêkhat û da xuyakirin, ku hejmara kuştî û birîndarên ne xuya ye, lê belê dibe ku zirarek mezin gihîştibe çekdarên wê rêxistinê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst