Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji bo parastina tovê firingiyên bejî xebat hatin destpêkirin.
Li gundê Dîphesarê yê navçeya Xelîliyê ya parêzgeha Rihayê li erdekî bejî firingin an bacanên sor ên bejî yên xwemalî tên çandin.
Saziya Çandiniyê ya Navçeya Xelîliyeyê ji bo parastina tovê firingên bejî dest bi lêkolîn û xebatên qadê kiriye.
Tovên ku ji cotkarên vî gundî hatin wergirtin ji Enstîtuya Lêkolîna Çandiniyê ya GAPê ya Rihayê re hatin şandin û ji bo parastin û zêdekirina van tovên xwemalî xebat hatin destpêkirin.
"Mîrateke bav û kalan e"
Endezyarê Bilind ê Çandiniyê Mehmet Tekçe got, "Ev firingiyên bejî ne, bêav çêdibin. Mîrateke kal û pîran e.
Seba ku ev mîrat wenda nebe, em weke Saziya Çandiniyê ya Bajêr û Enstîtuya Lêkolînê li ser dişixulin.
Em dixwazin tovê wê zêde bikin û bidin gundiyan, seba ku mîrata kal û pîran wenda nebe."
Cotkarên bi ezmûn behsa taybetmendiyên firingiyên bejî dikin û dibêjin tirş û tama wê cuda ye.
Cotkar Veysi Saylan wiha anî ziman, "Me li gundan diçand, ev ê bejî ne, saxlem û rind in, bê hormon (xwezayî) in.
Ev ê bav û kalan e lê yê avî her kesî nediçand. Niha giş bûye hormon û kes ê bêavî naçîne. Ê bejî ji bo sihheta canê mirov baş e.
Tama wan gelekî xweş e, dema tu bikî qax(hişkkirin) û zivistanê bixwî, weke ku tu beqlaweyê bixwî. Wanî ye."
Cotkar daxwaza parastina tovên firingiyên bejî dikin ku ji bav û kalên wan ji wan re mîrat maye.
"Tama wê li derekî din nîne"
Cotkar Mehmet Karacan jî got, "Ev tovê me yê kal û pîran e, ji bav û kalan û vir ve em dîbînin ku diçînin.
Ev sor bûye û ev jî qozê wî ye. Em li nav in, eger erd lê were(guncav be) mezin dibe.
Wekî din jî ev qasî mezin dibe. Hûn dibînin ku çitonî ye. Tama wê, dema tu bikî tirşik tameke werga li dereke din tine.
Ku tu bikî tirşî tamek werga li dereke din tine. Mirov dikare bibêje, tam û şîfa û derman e."
Li gorî rapora Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê ya 2024an, li Rihayê li ser 4 hezar û 431 hektar erd firingî tên berhemanîn.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ji sedî 3yê erdên berhemanîna firingiyan li Rihayê ye.
Her wiha Riha di berhemanîna firingiyan de li Bakurê Kurdistanê bajarê yekem û li Tirkiyeyê jî bajarê dehem e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse