Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin, di hevdîtina şanda Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û serkirdeyê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) de "tenê mijarên leşkerî" hatine gotûbêjkirin.
Şandeke ji Fermandariya Giştî ya HSD yê roja Duşemê ya borî li Şamê bi serkirdeyê Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTS) Ehmed Şer re civiya.
Serokê Nûneriya Washintonê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Besam Îshaq, di daxuyaniya xwe ya ji Şerqul Ewsetê re de got ku di civînên HSDyê yên li Şamê de "tenê mijarên leşkerî hatine gotûbêjkirin û mekanîzmaya koordinasyonê û mijarên hevpar hatine nîqaşkirin."
"Fermandarên HSDyê bi HTŞyê re di têkiliyeke rasterast de ne"
Îshaq diyar kir ku ji destpêka Kanûna Yekem ve dema komên çekdar ketin Helebê, ji bo ewlekariya Kurdên ku li kampan û herêma Til Rifetê dijîn û parastina niştecihên taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê fermandarên HSDyê bi HTŞyê re di têkiliyeke rasterast û berdewam de ne.
Hevdîtinên di navbera HSD û Şer de yekem hevdîtin in ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed a 8ê Kanûna Yekem pêk tên.
"Pirsgirêk bi diyalogê hatine çareserkirin"
Îshaq derbarê civînên Şer yên bi komên çekdar ên Sûriyeyî û beşdarnekirina HSDyê di van civînan de wiha got:
"Lîderê HSDyê ji ber rewşa xwe ya leşkerî beşdarî civîna Şer ya bi serkirdeyên komên opozisyonê re nebû.
Lê belê hevdîtina dawî ya pê re pêk hat fermî bû û hat ragihandin; ev jî nîşaneyek erênî ye ku pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bi rêya diyalogê hatine çareserkirin."
Îshaq destnîşan kirku hevdîtin bi awayekî dostanî û bêyî ti pirsgirêk pêk hatiye û ragihand ku ala Sûriyeyê li hemû herêmên di bin kontrola HSDyê de dê bê bilindkirin.
Îshaq tekez kir ku piştî ketina rejîma Esed, li Dêrezorê herêma rojavayê Çemê Feratê "ewlehî hatiye dabînkirin û piştre radestî rêveberiya nû hatiye kirin."
Besam Îshaq got, "Ji destpêka pêkanîna koordinasyonê ve, em dê ala Sûriyeya azad ne tenê li herêmên rêveberiya nû lê li seranserê axa Sûriyeyê, ji rojhilatê Feratê jî bibînin.
Em hêvî dikin ku ev yek herêmên din ên di bin kontrola Tirkiyeyê de jî bigire nav xwe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse