Hewlêr (Rûdaw) - Berf, serma û pûkê nekarîn rê li ber çalakiyên çiyager û werzîşvanan bigire.
Endamên Komeleya Werzîşê ya Vadi Dogayê li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berê xwe dae lûtkeya Çiyayê Xeyal ku bilindahiya wê 2 hezar û 800 metre ye.
Serokê koma çiyageran dîmenên geşta xwe ji Rûdawê re şandin û banga parastina jîngehê kir.
Serokê Komeleya Werzîşê ya Vadi Dogayê ya Wanê Omer Demez got:
"Slav û rêz, em îro derketin ser Çiyayê Xeyalê. Bi rastî ba û bager e û hewa gelekî sar e.
Em gelekî cemidîn, lê em ê derkevin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.”
"Serma di bin sifirê de 35 pile ye"
Çiyagerê bi navê Ergîn jî wiha anî ziman:
"Em îro demjimêr 08:00an derketin Çiyayê Xeyalê. Bahozeke ecêb heye û serma di bin sifirê de 35 pile ye.
Em pêşiya xwe nabînin û em hêdî hêdî ber bi rotaya xwe ve diçin. Em dê hevûdu bibînin."
Çiyager û werzîşvan di encama meşeke zehmet de gihiştin lûtkeya Çiyayê Xeyal.
Çiyagerekî din jî got, "Em hatin serê Çiyayê Xeyalê. Bahoz, ba û bager gelekî hebû.
Em bi zor û zehmetî gihiştin vê derê. Em bi saya Vadi-Dogayê gihiştin lûtkeyê."
Serokê Komeleya Vadi Dogayê bang li jîngeparêzan dike da ku beşdarî çalakiyên wan ên xwezayê bibin û sûdê jê wergirin.
"Em derketin navsera Çiyayê Xeyalê"
Omer Demez wiha pê de çû "Slav û rêz, îro meşa me ya Çiyayê Kurê Xeyal bû, li bajarê Wanê li bajarokê Qelqeliyê.
Em derketin navsera wê, tîma me 10 kes bûn. Werzîşa Vadi-Dogayê ji navsera Çiyayê Kurê Xeyalê. Spas û rêz, zivistan, ba û bager, her bijîn."
Komeleya Kulûba Werzîşê ya Vadi-Dogayê ya ku sala 2012an hatiye avakirin her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yên Bakurê Kurdistanê geştekê dike û wê herêmê dide nasîn.
Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çiyager, werzîşvan û jîngeparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse