Li Êlihê bihayê veguhastinê ji sedî 50 hat zêdekirin

02-01-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Bihabûn Veguhastin Şaredariya Êlihê Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin bihayê veguhastina giştî ya nav bajêr ji sedî 50 zêde

kir.

Şaredariya Êlihê di yekem roja sala 2025an de heqê veguhastina giştî ya nav bajêr ji sedî 50 zêde kir.

Bi bihayên nû, bileteke otubusên nav bajêr ji 8 lîreyên Tirkî bû bi 12 lîreyan.

Her wiha bilêta xwendekaran jî ji 5 lîreyan bû 8 lîreyan.

Ji bilî veguhastina giştî ya nav bajêr, bihayê çûnûhatina gundan jî hat zêdekirin.

Li gorî bihayên nû bilêtekê ji bo welatiyek ku ji gund biçe navenda bajarê Elihê ji 25 lîreyan bû bi 40 lîreyî.

Bihayê bilêtên otubusên ku diçin balafirgehê jî ji 30 lîreyî bûn 50 lîreyî.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de berbijêra DEM Partiyê Gulistan Sonuk bi rêjeya ji sedî 64,5ê dengên xelkê Êlihê bû Seroka Şaredariya Êlihê.

Lê 4ê Çiriya Paşîna 2024an bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê parêzgarê Êlihê wekî qeyûm li şûna wê hat danîn.

Di sê serdemên borî de ev cara sêyem e ku qeyûm li ser Şaredariya Êlihê tê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst