Jin û keç fêrî xweparastinê dibin: ‘Em êdî bê tirs digerin’

02-01-2025
RÛDAW
Dîmenê jina û keçan ên li kursê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dîmenê jina û keçan ên li kursê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Werzîş Jinên Amedê Tundûtûjiya Dijî Jinan
A+ A-

Amed- (Rûdaw)- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navendeke şaredariyê bi rêya werzişê, jin û keçan fêrî teknîkên xweparastinê dike.

Armanca vê navendê ew e ku jin û zarokan fêrî xweparastinê bike da ku xwe ji tundiyê mêran û ya li derve biparêzin.

Mamostayên pispor li wê navendê, jinên ji her temenî û zarokên keç fêrî teknîkên cuda yên pevçûnê yên wekî tekwando û kîkboksê dike.

Eger di nava malê de yan li kolanan rastî tundiyê hatin wê karibin xwe biparêzin.

Jinek dibêje, ew berê bi tirs derdiket derve lê piştî fêrbûna xweparastinê, baweriya wê zêde bûye û bê tirs ji malê derdikeve.

Li wê navendê jinên bi temen û keçên ciwan ji bo dema rastî tundiyê hatin bikaribin xwe biparêzên ferî teknîkên cûr be cûr yên xweparasainê dibin.

“Divê jin xwe biparêzin”

Mustesna Kaya diçe wê navendê û wê li ser beşdariya kursê wiha got:

“Ez têm vir ku ez bi xwe xwe nas bikim. Dema rastî tundiyê hatim karibim ji heqê xwe derkevim.

Jin divê li xwe hay bibin. Em derdikevin sikakan, diçin marketê ji ber wê divê em bikaribin ji heqê xwe derkevin û  xwe mihafaze bikin.”

Her wiha jina bi navê Pinar Kayayê got:

Ez her du keçikên xwe tînim vir. Em rojeva xwe dizanin, bûyera Narînê, ya Şîrînê û bi hezaran bûyerên bi wî rengî...

Ji ber wê ez dixwazim ew fêrî xwe parastinê bibin.”

“Ez êdî bê tirs derdikevim kolanê”

Welatiya bi navê Ecrîn Yenerê jî wiha got:

Piştî ez li vir fêrî xweparastinê bûm êdî li derva bêhtir bi xwe bawerim.

Ez dema derdikevim kuçeyê dikarim xwe biparêzim û bi tena serê xwe êdî dikarim derkevim kolanê.

Beriya ku ez bêm vir ez ne wisa bûm, nediwêribûm bi tena sere xwe derkevim sikakê lê anha êdî ne wisa ye.”

Pinar Nûrdanûr Esmer jî yek ji wan jinan e ku tê navenda werzişê ya şaredariyê.

Pinar Nûdanûr Esmerê eşkere kir ku armanca wê ya hatina kursê xweparastine û wiha got:

“Ji bo ez bikaribim xwe biparêzim ev saleke ez têm vir. Li derva merivên pîs û xirab hene. Ez naxwazim zerekê bîbînim.

Ez fêrî xweparastinê dibim. Tekvando,kîckboks hema êdî çi be ez hîn dibim.”

Mamosteya werzişê Evîn Turan a ku jinan fêrî xweparastinê dike jî mexdûreke tundiyê ye.

Piştî serpêhatîya xwe wê pêşî xwe hîn kirîye û aniha jî ji jin û keçikên Amedê re rêbertiyê dike

“Piştî ku êrişî min kirin min biryar da xwe biparêzim”

Evîn Turanê wiha behsa serpêhatiya xwe kir:

“Rojekê li derva tiştek hat sere min. Rojeke şev û tarî bû ez dihatim malê 2 kur li pey min hatin telefona min bidizin, destên xwe avêtin telefona min û kêr li min kişandin.

Min jî ji tirsa nikaribû tiştek bikira. Ez hema wisa di cîhê xwe da mam telefona min jî çû.

Piştî ev tişt hat sere min, min ji xwe ra got divê van tiştan fêr bibim û fêrî jinan jî bikim.”

Cîhê navenda werzişê ya şaredarîyê li Parka Koşuyoluyê ya Amedê li Navenda Jiyanê ya Jinan e.

Di demeke ku amarên tundiyê li dijî jinan zêde bûne serlêdanên ji bo wê navendê jî zêde bûne û rojane 40 jin û keçik bi bi rêya werzişê xwe fêrî şêwazên xweparastinê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst