Nêçîrvan Barzanî êrişa li Amerîkayê şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa li eyaletê New Orleansê ya Amerîkayê bi tundî şermezar kir.
Li New Orleansê kesekî bi kamyonê da ser xelkê û di bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsiye:
"Ez bi tundî êrişa li ser xelkê bêguneh ê New Orleansê şermezar dikim.
Bîr û duayên min li gel wan kesan e ku ji ber vê kiryara hovane bûne qurbanî.
Em di vê dema zehmet de li gel gelê Amerîkayê ne."
Kesekî bi navê Şemsedîn Cebar êvara çarşemê, bi kamyonê da ser xelkê û di encamê de 15 kssan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Amerîkayê ew êriş wekî êrişeke terorîstî bi nav kir.
Li gorî agahiyên FBIyê, Şemsedîn Cebarî 42 salî ye, welatiyê Amerîkayê ye û li eyaleta Texasê mezin bûye û 10 salan di nava artêşa wî welatî de xizmeteke leşkerî kiriye.
Her wiha berpirsên FBIyê dibêjin, li pişt komyona êrişkarî alayeke DAIŞê hatiye dîtin.