Li Semsûrê pevçûna bi çekê: Kesek birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de kesek birîndar bû.
Li taxa Karapinarê ya Semsûrê M.D. û kesekî ku navê wî nehatiye zanîn pev çûn.
Di pevçûnê gumanbar gule berî M.D. da û birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Li aliyê din polîs ji bo girtina gumanbar xebat da destpêkirin.