Li Semsûrê pevçûna bi çekê: Kesek birîndar bû

02-01-2025
RÛDAW
Nîşan Semsûr Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de kesek birîndar bû.

Li taxa Karapinarê ya Semsûrê M.D. û kesekî ku navê wî nehatiye zanîn  pev çûn.

Di pevçûnê gumanbar gule berî M.D. da û birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Li aliyê din polîs ji bo girtina gumanbar xebat da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst