Ev 5 roj in deriyê Bajêrgeyê yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de girtî ye

Gever (Rûdaw) - Deriyê Bajêrgeyê yê li Geverê yê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ji ber pirsgirêka sîstemê zêdetirî 5 roj in girtî ye û nêzîkî hezar barhilgirî li bendê ne ku derî vebe.

Mazot û xwarina şofêrên li derî kêm maye û ew dixwazin ku pisgirêke zû bê çareserkirin.

Bi gotina şofêran, aliyê Tirkiyeyê ji wan re gotiye ku pisgirêk ji ber têkçûna sîstema Gumrikê ya Îranê ye.

Şofêr Nedim Baş ji Rûdawê re got, “Ev deriyekî fermî û transît e. Karekî zêde jî tune lê dîsa jî kesî naşînin, her çi seyareya biçe vedigerînin.

Her seyarekê deh deqe karê wê heye. Heta barhilgirên vala hene wan jî bernadin.”

Hinek şofêrên barhilgiran zêdetirî 5 roj in li ber deriyî sînorî disekinin û nêzîkî hezar barhilgirî li bendê ne ku derbasî aliyê din bibin.

Şofêr Kazim Karadag jî got, “5 roj in em li vir in û xwarina me jî nemaye. Ne li vî aliyî û ne li aliyê Îranê ti kes karekî nake.”

Dirêjahiya rêza barhilgirên ku dixwazin derbasî aliyê Urmiyeyê bibin digehêje 10 kîlometreyan.

Derdora 750 barhilgirî li bendê ne ku pisgirêk were çareserkirin û derbas bibin.