Dîsa bi dronê êrişî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku bi dronê êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin.

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran da zanîn bi droneke bombebarkirî êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku dron ji aliyê sîstema parastinê ya esmanî ve hatiye xistin û ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Dijeterora Kurdistanê li ser êrişa bi dronê daxuyaniyek belav kir.

"Dron hat têkşikandin û ket xwarê"

Dijererora Kurdistanê got, “Droneke bombebarkirî bû. Milîsên neqanûnî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li nêzikî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kir armanc. Dron hat têkşikandin û ket xwarê.”

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe pêk tê wekî bersiv êrişî baregehên Amerîkayê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê dike.