Ahmet Înan ji bo bernamzetiya Şaredariya Amedê serî li HUDA PARê da

Hewlêr (Rûdaw) – Doç. Dr. Ahmet Înan ji bo bernamzetiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serî li HUDA PARê da.

Serokatiya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ya Bajarê Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Doç. Dr. Ahmet Înan ji bo bernamzetiyê Şaredariya Amedê serî li partiya wan daye.

Di daxuyaniya serokatiyê de hatin gotin:

“Serlêdana Doç. Dr. Ahmet Înan ji aliyê serokê şaxa Amedê ya partiya me birêz Zeynul Abidin Gulsever ve hat erêkirin. Ji bo gelê me û bajarê me li ser xêrê be.”

Îhtîmal heye ku HUDA PAR beriya hilbijartinên şaredariyan yên 31ê Adarê, bi AK Partî û Tifaqa Cumhurê re tevbigere.

Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re hevdîtin kiribû.

Lewra Yapicioglu di daxuyaniyekê de bal kişandibû li ser van nûçeyan û gotibû:

“Rast e, ji bo tifaqê hevdîtinên me çêdibin lê heta niha ti encameke teqez nîne. Ez ji bo hemû rêxistinên me dibêjim, li 81 bajararên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan amade bin.”

Doç. Dr. Ahmet Înan kî ye?

Ahmet Înan ji bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Lêkolînerê tefsîrê Ahmet Înan, dibistana seretayî, navîn û amedeyî li Semsûrê xwendiye.

Înan, sala 1985an bi teza xwe ya “Di Quranê de Têgeha Teqwasê” Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Selçukê qedand.

Înan di gelek saziyên fermî de xebitî.

Wekî xebatkarê dînî, ji bo demeke kêm li Almanyayê ma.

Sala 1991-92yan di çarçoveya hevkariya çandî ya hikûmetan de wekî lêkolîner li Sûriyeyê xebitî.

Sala 1993yan, bi teza xwe ya bi navê “Di warê Zanistên Quranê de, bi Quranê razî bûn” li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Selçukê lîsansa xwe qedand.

Sala 1999an li Zanîngeha Enqereyê, bi teza ya bi navê “Berhevdana Teoriya Serweriya Hemdem û Di Quranê de Têgeha Serweriyê” xwendina xwe ya doktorayê qendand.

Înal xebatên xwe li Zanîngeha Dîcleyê berdewam kirin.

Doç. Dr. Ahmet Înan sala 2007an li Semsûrê bi piştgiriya DTPyê bi awayekî serbixwe bû namzetê parlamenteriyê.