Adara borî canê xwe ji dest dabû, medyaya Tirkiyeyê îro ‘lezgîn’ da

Hewlêr (Rûdaw) – Gerîlayê PKKyê Abulmutalîp Dogrucu 10ê Adara 2023yan canê xwe ji dest dabû lê medyaya Tirkiyeyê bi “nûçeyên” lezgîn îdia kir ku îro canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) 15ê Kanûna Pêşîna 2023yan ragihandibû ku gerîlayê bi nasnavê Cesur Vedat Welat (Abulmutalîp Dogrucu) li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Medyaya Tirkiyeyê îro bi nûçeyên lezgîn îdia kir ku Cesur Vedat Welat, li Silêmaniyê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê ya 15ê Kanûna Pêşîna 2023yan, Cesur Vedat Welat 10ê Adara 2023yan di êrişeke asmanî de canê xwe ji dest daye.

Medyaya Tirkiyeyê gelek caran nûçeyên canjidestdana gerîlayan dide ku PKKyê berê mirina wan ragihandiye.