ÎDIR - Xwendekarên zanîngehê şertên xirab ên şevîmanê protesto kirin

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Xwendekar Şevîman Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên keç ên Zanîngeha Îdirê yên li şevîmana zanîngehê dimînin, şert û mercên xirab ên şevîmanê protesto kirin.

Li Zanîngeha Îdirê ya li Bakurê Kurdistanê, xwendekarên keç ên şevîmanê (xewgeh/cihê ku xwendekar lê dimînin) ji şert û mercên cihê şevîmanê nerazî ne.

Xwendekarên keç ên zanîngehê, bi sedema ku li şevîmanê ava paqij û germ nîne û xwarin gelekî xirab in, li nav şevîmanê çalakiyek kir û diruşmên “rêveberî îstifa” bilind kirin.

Xwendekaran bi dirûşman daxwaza baştirkirina şertên şevîmanê kir.

Xwendekarên keç herwiha ragihand ku “dema çûn û hatina nav şevîmanê rûbirûyî destdirêjiya devkî û fizîkî” dibin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, demeke pirsgirêkên şevîmanên zanîngehan di rojevê de ne.

Li piraniya şevîmanan pirsgirêkên asansoran çêdibin û xwendekar ji serma û xwarinan gazinan dikin.

25ê Çiriya Pêşîna 2023yan jî xwendekara Zanîngeha Adnan Menderesê Zeren Ertaş, di asansora Şevîmana Keçan a Guzelhisarê ya li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê de asê mabû û canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst