Li Bakurê Kurdistanê karkerên avahîsaziyê ji şert û mercên kar nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê karkerên çêkirina avahiyan, hem ji heqdestê ji bo wan tê dayîn û hem jî ji nebûna ewlekariya kar nerazî ne û daxwaz dikin wek sektor yekîtiyeke wan hebe daku karibin mafên xwe bidest bixin.

Karkerên avahîsaziyê di şert û mercên zehmet û metirsîdar de li pey nanê xwe yê rojane ne, bêyî ku ti mafekî wan ê fermî hebe.

Karker Mustafa Aygun dibêje “Sibe dusibe ku em ji vê avahiyê bikevin, em ji kîsî dê û bavên xwe diçin. Roja ku em neşixwilin em birçî ne, wiha ye. Em di tariyê de diçin, di tariyê de tên. Tiştek bi navê maf nemaye.”

Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 11 mehên sala borî de hezar 658 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane ku ji wan 338 karker di sektora avahîsaziyê de bûne.

Herî dawî 30ê Kanûna 2022an li navçeya Bornova ya Îzmîrê vînc bi ser konteynira karkerên ku li ser avahiyeke 32 qatî kar dikirin de qulibî û di encam de 6 karkeran canê xwe ji dest dabûn ku 3 ji wan Kurd bûn.

Karker Recaî Kiliç got “Eger ez neşixwilim nikarim nan bibim malê, divê ez her roj bişixwilim. Eger ez rojek neyêm vê derê, ji 3 yewmiye diçin.”

Karker Mustafa Korkut diyar kir “Kar tineye, fabrîqe tinin. Ew fabriqeyên ku hene jî mûçeyê kêmene jî nadin, pere tineye, heqê me dixwin, ez ji we re rastiyê bibêjim. Em bişixwilin nan heye, me neşixwilin nan tineye. Li vê derê heta mêrik nanekî dide te çaven te de derdixe. Li vir eger ez neşixwilim, birçî me  pere nagirim. Em gişt karkerên rojane ne, tu li vê derê ji kî bipirsî gişt karkerên rojane ne.”

Derbarê nerazîbûna karkeran de doh roja Yekşemê hejmarek karkeran bi daxuyaniyekê ragihandin ku li parêzgeha Amedê daxwaza wan ew e rojane heqdestê wan bibe 500 lîre û eger ev yek nebe jî dê hewl bidin 10 rojan kar rawestînin.