Li Wanê 8 kes ji ber qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

02-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 14 gumanbarên qaçaxçîtiya koçberan, 8 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Rêveberiya Emnî ya Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li seranserê parêzgehê operasyonên dijî “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya bi mirovan” berdewam in.

Li gor daxuyaniyê, di navbera 26ê Kanûna 2022 û 1ê Çileya 2023an de di şeş operasyonên cuda de 14 gumanbar ji aliyê tîmên Şaxa Deriyên Sînor û Rûbirûbûna Qeçaxçîtiya Koçberan ve hatine desteserkirin.

Herwiha hatiye gotin, piştî kar û barên yasayî yên wan 14 kesan, Dadgeha Cezayê ya Wanê bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan derbarê 8 kesan de biryara girtinê daye û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst