Cenazeyên 6 kesên ku li Mêrdînê di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin

02-01-2023
RÛDAW
Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw
Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw
Nîşan Mêrdîn Midyad Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 6 kesên ku li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di encama wergerina mînîbusê de jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Midyadê bi xakê ve hatin spartin.

Îro Duşemê 2ê Çileya 2023an li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya navçeyên Midyadê û Mahsertê minibûsek wergeriya.

Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên ji cihê bûyerê, navên 6 kesên di bûyerê de canê xwe ji dest dane wiha hatiye ragihandin: Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamuran Onen, Abdullah Macit, Yusuf Tunç û Rûken Adam.

Herwiha navê birîndarên bûyerê jî wiha ye: Fikret Akiba (40 salî), Tûrkan Dag (30 salî) ku rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê û Hamza Altun (24 salî) Mehmet Ali Çalışkan (37 salî) Abdulcelil Çetin (33 salî) jî rakirine Nexweşxaneya Dewletî ya Midyadê.

Peyamnerê Rûdawê Abdulselam Akinci ragihand ku rewaş biranda baş e û dermankirina wan berdewam e.

Cenaze li Midyadê hatin veşartin

Cenazeyên Kamuran Onen û Yusuf Tunç ên ku otopsiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehsertê bi dawî bû, berê nîvro li Goristana Kîble ya navçeya Midyadê bi axê ve hatin sipartin.

Cenazeyên Fatma Kaya, Bûşra Keleş, Abdullah Macit û Rûken Adem ên ku piştî nîvro otopsiya wan bi dawî bû jî anîn navçeyê.

Hat ragihandin ku cenazeyên Fatma Kaya, Bûşra Keleş û Rûken Adam li Goristana Kalo ya Taxa Golcukê û cenazeyê Abdullah Macit jî li Taxa Ortacayê hatin veşartin.

Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş jî beşdarî merasîma cenazeyan bûn.

Li aliyê din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve ji bo lêkolînkirina bûyerê 2 dozger hatin erkdarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst