Li Gurgumê şerê malbatên Sûrî: Bav û kur hatin kuştin

02-01-2023
RÛDAW
Nîşan Gurgum Malbatên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadîroglu ya ser bi parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê ve, di şerê di navbera dû malbatên xizmên hev ên Sûrî de bavek û kurê wî hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan îro 2yî Çileya 2023an  li taxa Durakli ya ser bi navçeya Dulkadîroglu ya Gurgumê di navbera dû malbatên xizmên hev ên Sûrî de li ser pirsgirêka deyn nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê kesek bi navê Ahmet. A bi çifteyê teqe kir.

Di encama teqekirinê de Ala. A  li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kurê wî Alaaddîn A. û kesekî bi navê Hazim V. jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê ji birîndaran Alaaddîn A. tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin rewşa birîndarê din jî baş û hêzên ewlekariyê ji bo destserkirina tohmetbarê reviyayî  Ahmet. A dest bi xebatan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst