Di salekê de 171,000 geştyaran serdana Çiyayê Nemrûdê kirine

02-01-2022
Mihemed Emîn Demir
Şûnwarê dîrokî yê Çiyayê Nemrûd li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di werza zivistanê de, 2ê Çileya 2022an. Wêne: AA
Şûnwarê dîrokî yê Çiyayê Nemrûd li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di werza zivistanê de, 2ê Çileya 2022an. Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Nemrûd Bakurê Kurdistanê Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve şûnwarê dîrokî yê Çiyayê Nemrûd heye ku li cîhanê dîmenên herî xweş ên hilatin û avabûna rojê li wê derê tên temaşekirin. Salane bi 10 hezaran kes ji bo dîtina peykerên qerase û balkêş û temaşekirina hilatin û avabûna rojê serdana Çiyayê Nemrûdê dikin, ku bilindahiya wê 2 hezar û 150 metre ye.

Piştî sala 2020an ku ji ber belavbûna Coronayê hejmara geştyarên serdana Çiyayê Nemrûd kirin heta 50 hezaran daket, sala 2021an bi pêvajoya destpêkirina derzîkirinê û tedbîrên hatin wergirtin, hejmara geştyaran careke din bilind bû û heta dawiya salê 171 hezar kesan serdana şûnwarên dîrokî yên wê cihê navdar kirin.

Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Semsûrê Ahmet Gunaydin derbarê zêdebûna hejmara geştyarên Çiyayê Nemrûdê ragihand, “Çiyayê Nemrûd sala 1987an di Lîsteya Mîratê ya Cihanê de hat qebûlkirin. Ji ber wê jî Çiyayê Nemrûd li cîhanê û Ewropayê wek cihekî geştyarî tê zanîn û her sal gelek geştyarên xwecihî û biyanî serdana wê dikin. Îsal 171 hezar geştyaran serdana Çiyayê Nemrûdê kirin. Ji sedî 10ê wan biyanî û ji sedî 90ê wan xwecihî bûn.”

Hedefa Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Semsûrê bo sala 2022an 300 hezar geştyar in û ji bo pêşxistina sektora geştyariyê bi saziyên din ên Semsûrê re di nav hevahengiyê de ne.

Ahmet Gunaydin, Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Semsûrê diyar kir, “Înşallah bo sala nû hedef 300 hezar geştyar e, dê 300 hezar geştyar bên bajarê me û serdana nirxên geştyarî bikin û wan bibînin û dê ji aliyê aborî ve bo kompanyayên geştyariyê pereyan qezenc bikin, dê bibe piştgiriyek. Em li Semsûrê ji bo pêşxistina sektora geştyariyê berdewam bi hevkarên xwe re di nava hevahengiyê de ne.”

Şûnwarê dîrokî yê Nemrûdê, ku berî zayînê sala 62an ji aliyê Keyayê (Şahê) Komageneyê Antiochos Theos ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin, sala 1987an jî di Lîsteya Mîrata Cihanî ya UNESCOyê de weke mîratekî cîhanî hat qebûlkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst