ENKS: Bêyî rêkevtin em beşdarî hilbijartinan nabin

02-01-2021
Mazlûm Kobanî ragihandibû, ku ew dê kar bikin di sala nû de hilbijartin bêne kirin
Mazlûm Kobanî ragihandibû, ku ew dê kar bikin di sala nû de hilbijartin bêne kirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di sersalê de raighandibû, ku ew dê kar ji bo lidarxistina hilbijartinan di sala 2021 de bikin, lê PDK-Sê dibêje, hêh zûye behsa hilbijartinan bikin, ji ber ku heta niha jî ligel Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) bi temamî lihev nekirine û hêj jî penaber venegeriyane cih û warên xwe.

Destpêka sala nû Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Kobanî ragihand, ku ew dê kar bikin di sala nû de hilbijartin bêne kirin. Di vê derbarê de Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), lidarxistina hilbijartinan bi rêkeftina ligel Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî û vegera koçber û penaberan ve girê didin û dibêje, hêj zû ye hilbijartin bêne kirin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulkerîm Mihemed dibêje: “Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê û belku wek ENKSê jî berî em herin hilbijartinan, divê danûstandinên di navbera me û aliyê din de bigihêje qonaxa dawî. Wek duyem jî divê aramî li herêmê çêbe û xelkê me yê penaber bikare vegere bo ser mal û warên xwe. Bi min ev gav niha zû ye.”

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî jî dibêje, lidarxistina hilbijartinan ne li dijî rêkeftina ligel ENKSê ye, ji ber ku di danûstandinan de lihev kirine, ku di dema salekê de hilbijartin bêne kirin.

Derbarê mijarê de Sekretêrê Partiya Çep Mihemed Mûsa jî got: “Me li hev kiriye ku di sala 2021an de hilbijartin bêne kirin û hilbijartin ne li dijî rêkevtina bi ENKSê re ye.”

Lê hin Erebên navçeyê red dikin beşdar van hilbijartinan bibin û dibêjin, hîn jî pirsgirêkên siyasî û leşkerî li navçeya wan heye û hîn jî xelkê wê li derve penaber in.

Rîsipiyekî eşîra Tey Besman Esaf jî got: “Di derbarê tişta ku hatiye ragihandin derbarê lidarxistina hilbijartinan weke ku fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî ragihandiye, pêwendiya me bi van hilbijartinan tune ye, ji xwe bi nerîna me, lidarxistina hilbijartinan di van şert û mercan de ne guncaw e, heta niha jî pirsgirêkên siyasî, emnî û leşkerî li navçeyê hene. Gelek xelkê navçeyê bi wî awayî li Rêveberiya Xweser dinêrin ku desthilata defakto ye, lewma beşdar nabin.”

Daxuyaniya Mazlûm Kobanî ya lidarxistina hilbijartinan di demekê de ku biryar e di rojên bê de tîma Wezareta Derve ya Amerîka vegere Rojavayê Kurdistanê û qonaxa sêyem a danûstandinan li ser pirsa rêveberî û leşkerî destpê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst