KURDISTAN - Qeşeyek serdana kampên koçberan dike û alîkariya wan dike

Duhok (Rûdaw) - Qeşeyekî bi regez Almanî serdana kampên koçberan dike û alîkariyan bi ser  koçberan de dabeş dike.

Li gorî gotina wî, di sala 2015an de, bi rêya rojnameyeke Brîtaniya ew agahdarî rewşa Kurdên Êzidî bûye û ji wê demê ve, biryar stendiye ku alîkariya koçberên li Herêma Kurdistanê bike.

Li Kampa Çemişko, zêdetirî 26 hezar koçber lê dijîn, wî qeşeyî serdana malbatên wan koçberan kiriye.

Li gorî gotina wî, heya niha wî nêzîkî 100 hezar euro bi ser 2 hezar zarokên nexweş de li Herêma Kurdistanê belav kirine.

Qeşeyê Almanî, Îghard Wayisnbêrger dibêje, “Em alîkariya xelkê dikin, ez dibînim  ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye. Ez jî dikarim alîkariya wan bikim. Min karê xwe kiriye. Demeke zêde jî li ber destê min e. Ez gelek ji xelkê nas dikim. Derbarê Kurdistanê de ez bi wan re diaxivim û ew jî dibêjim em dixwazin alîkariya wan bikin.”

Dayika zarokekî nexweş, Nîfya Hesen  jî dibêje, “Zarokê me biçûk e û nexweş e û du neştergerî bo pêwîst in. Gwriya wê pirsgirêk tê de ye. Em dixwazin alîkariya me bike.”

Zarokeke nexweş jî dibêje, “Alîkariya me dike û tişta bo me tîne.”

Îghard Wayisnbêrger ku temenê wî 70 sal e û 40 salan li bajarê Frieburg li Almanyayê qeşe bû, piştî ku agahdarî rewşa koçberan her sal bi berdewamî tê Herêma Kurdistanê û serdana kampên koçberan dike.