Parlamenterê Alman dibêje bila Rojava bibe herêmeke dije firînê

02-01-2019
RÛDAW
Parlementerekî Almanya pêşniyareke taybet bo Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî parlamentoyê kir
Parlementerekî Almanya pêşniyareke taybet bo Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî parlamentoyê kir
Nîşan Almanya Roderich Kiesewetter Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Parlamenterekî Navdar ê Partiya Krîstiyanên Demokratîk daxwazê ji serokatî û hikûmeta Almanya dike ku bi biryareke Encûmena Ewlehiyê, Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke dije firînê û ji aliyê civaka navdewletî bê parastin.

 

Peyamenêrê Rûdawê li Almanya Zinar Şîno ragihand, ku Partiya Krîstiyanên Demokratîk Roderich Kiesewetter pêşniyarek ji hikûmet, serokatî û parlamentoya welatê xwe re pêşkê kiriye, têde daxwaz dike ku Almanya li nav Encûmena Eewlehiya Navdewletî  vê projeyê pêşkêş bike, ku Rojavayê Kurdistanê wek devereke dije firînê bê ragihandin.


Roderich Kiesewetter diblje  bila Rojavayê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve bê parastin.


Ev 2 roj in Almanya bûye endam di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de û di meha Nîsana bê de dê serokatiya encûmenê bike.


Roderich Kiesewetter niha berprisê Komîteya Têkiliyên Derve û Ewlakariyê li Partiya Krîstiyanên Demokratîk ye û di heman demê de, yek ji berpirsên navdar ê partiya xwe ye ku niha ev partî, li Almanyayê desthilatdar e.


Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roj li pey rojê aloztir dibe. Ji aliyekî ve behsa vegera hêz û desthilata hikûmeta Sûriyê tê kirin, ji aliyekî din ve, behsa derbasbûna hêzên opozisyonê û Tirkiyê tê kirin.


Serokê Amerîkayê roja 19ê Kanûna 2018an vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyê ragihand, ku hejmara wan jî bi 2 hezar û 600 leşkerî tê texmînkirin, êdî valahiya ku wê li şûna wan hêzan bimîne, bûye cihê rikeberî û nakokiyeke mezin, di navbera çend aliyan de.


Heta niha jî, rewşa wê navçeyê ne zelal e, ne jî diyar e, kîjan alî dê li Minbic, Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê xwedî desthilat be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst