Bav û kur di di heman polê de xwendina xwe dikin

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Dêrxas a Mûşê, bavê 7 zarokan Yaşar Ozden ê 56 salî ligel kurê xwe Ozmen Ozden li heman zanîngehê xwendina xwe dikin.

 

Yaşar Ozden ku wekî Cîgirmidûrê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê yê Navçeya Dêrxasê dixebite, ligel temê xwe yê mezin perwerdeya xwe didomîne û li mirovan bide nîşan ku ji bo xwendinê pîrîtî ne asteng e.


Ozden ku Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê û herwiha Beşa Birêvebirina Giştî ya Fakulteya Hîndekariya Dûr xilas kiriye, niha jî ligel kurê xwe li Beşa Zanista Siyasetê û Birêvebirina Giştî ya Fakulteya Zanistên Darayî û Îdarî ya Zanîngeha Mûş Alparslanê xwendekarê lîsansa bilind e.


Yaşar Ozden di daxuyaniyekê de got ku di her serdemeke jiyana xwe de ew bi perwerdeyê re eleqedar bûye û niha jî ligel kurê xwe lîsansa bilind dike ku ji vê yekê zehf kêfxweş e.




Ozden bal kişand digel ku ew 56 salî ye, ew ji xwendinê aciz nebûye û wiha axivî: "Ji bo xwendinê temen ferq nake. Ji min re dibêjin 'tu di vî emrê xwe de çima dixwînî'. Ez jî dibêjim 'saman û sermiyanê min jî perwerde ye'. Perwerde beriya her tiştî tê. Perwerde di landikê da dest pê dike heya mirinê. Ez niha mirovê herî bextewar ê dinyayê me ji ber ku ez û lawê xwe em di polekê de ne. Zarokên min ên din jî li zanîngehên cuda cuda xwendina xwe dewam dikin."


Ozmen Ozden jî got ku ew pir xweşhal e ku ligel bavê xwe lîsansa bilind dike û wiha got: “Hedefa me ew e ku piştî kutabûna lîsansa bilind em dest bi doktorayê bikin." (Çavkanî: AA)


Nivîsîn: Aydin Bayram