Pîranşar di tariyê de maye – Nûnerê Pîranşarê: Bila Wezîrê Enerjiyê îstifa bike!

02-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Ormiye (Rûdaw) – Ev du roj in elektrîka bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber berf û bahozê qut bûye. Nûnerê Pîranşarê di parlamentoya Îranê de jî ji ber vê yekê bang li Wezîrê Enerjiya Îranê kir, dest ji kar berde!

Ev du roj in berf û bahozek giran bi ser Rojhilat, Başûr û Bakur bi taybet deverên sînorî de vegirtiye. Li hinek cihan bilindiya berfê gihîştiye 2 metreyan, gellek kes di  rêyan de asê mane, rêya gellek gund û bajarokan hatiye girtin.

Li bajarê sînorî yê Pîranşarê jî berfek giran bariye û bahoz û bagerê jiyana rojane nivîşkan kiriye.

Li gorî agahiyan, ev du roj in elektrîa Pîranşarê ji ber berf û seqemê qut bûye û bajar di tariyê de maye.

Nûnerê baarên Pîranşar û Serdeştê di parlamentoya Îranê de Resûl Xizrî ev arîşe bir parlamentoyê û bi tundî rexne li Wezîrê Enerjiya Îranê kir.

Resûl Xizrî diyar kir ku tevahiya xelkê Pîranşarê di tarîtî û sermayê de man lê Wezîrê Enerjiyê tiştek nekiriye ji bo wê arîşeyê.

Xizrî li Wezîrê Enerjiyê hêrs bû û got, eger nikare arîşeya elektrîkê çareser bike bila dest ji kar berde.

Li gorî rayedaran, kablo û hêlên elektrîka Pîranşarê qerisîne ji ber wê jî elektrîka bajêr qut bûye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst