Befrê Dihok û Zaxo jihev qut kirin

02-01-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Zaxo (Rûdaw)- Ji saet 08:00 ve, ji ber hatina berfeke zêde li Geliyê Zaxo yê di navbera Dihok û Zaxo de, riya herdu bajaran qut bû.

Peyamnêrê Rûdawê Xerîb Mecîd li ser riya Geliyê Zaxo ragihand: “Tîmên taybet niha berfê didin alî û rê vedikin.”

Serokê Bajêrvaniya Zaxo Bijar Munîr derbarê girtina riya Zaxo û Dihokê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber hatina berfeke zêde ew rê hatiye girtin û niha 6 mekîne wê riyê paqij dikin.”


Ev du roj û du şev in berfû baranek zêde li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibare ji ber wê jî rêyan gellek gund û bajarokan hatiye girtin, rêyên navbera bajarên mezin jî tûşî astengî û zehmetiyên mezin bûne, germahiya hewayê jî pir daketiye.

Li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi taybet li devera Hacî Omeranê jî berfek giran bariye. Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê, metrek berf bariye û pileya germayê daketiye bin sifrê.

Rêveberê navenda keşnasî ya Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji Rûdawê re got, li hinek devera pileya germayê 10 pileyan dikeve bin sifrê û dê li deverên çiyayî jî hîn zêdetir dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst