3 şervanên YPJ û YPGyê li Til Rifetê dîl hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên êrişkar li navçeya Til Rifetê 2 şervanên YPJyê û şervanekî YPGyê dîl girtin.
Li gorî zanyarî û dîmenên ku çekdarên êrişkar belav kirine, çekdarên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya ser bi Tirkiyeyê ve 2 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), û şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl girtine.
Di dîmenên hatine belav kirine de diyar dibe ew çekdar miameleyeke tund li gel şervanên YPJ û YPGyê dikin.
Heta niha YPG û YPJyê derbarê vê yekê ti zanyariyên fermî belav nekiriye.
Divê were gotin ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li dijî korîdora di navbera Til Rifetê û Rojavayê Kurdistanê de dest bi “Operasyona Şefeqa Azadiyê” kiriye.
Çekdarên êrişkar li navçeya Til Rifetê 2 şervanên YPJyê û şervanekî YPGyê bi dîl girtin pic.twitter.com/8VgXFe3av1
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 1, 2024