Çekdarên êrişkar herêma Şêrawayê kontrol kir

Hewlêr (Rûdaw) – Komên çekdarên ên mixalefeta Sûriyeyê herêma Şêrawayê ya li rojavayê Til Rifetê kontrol kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî yên taybet ku gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, navçeya Şêrawa ya Efrînê bi tevayî ji aliyê komên çekdar ên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve hatiye kontrolkirin.

Her wiha koman rêya sereke ya Babê-Selame-Ezaz-Helebê kontrol kiriye û gihiştine nêzîkî deriyê bajarê Til Rifetê.

Divê were gotin ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li dijî korîdora di navbera Til Rifetê û Rojavayê Kurdistanê de dest bi “Operasyona Şefeqa Azadiyê” kiriye.

 Li aliyê din medyaya Tirkiyeyê jî îdia kir ku komên çekdarên ên mixalefeta Sûriyeyê navenda navçeya Til Rifetê hemû bi dest xistiye û li dervayî navçeyê bi hêzên Kurdan re şer dikin.