Li Rihayê otomobîl û mînîbus li hev qelibîn: 12 mamoste birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û mînîbusa ku mamosteyên dibistanê tê de bûn li hev qelibîn, 12 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan îro li ser rêya Riha-Kaniya Xezalan minîbusek û otomobîlek li hev qulibîn.
Di encama bûyerê de 12 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku ew rêwiyên di minîbusê de mamosteyên dibistanê ne.