AGIRÎ - Barhilgir û mînîbusa xwendekaran li hev qelibîn: 20 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgir û mînîbusa xwendekaran li hev qelibîn.

Di encama qezaya trafîkê de, 20 xwendekar birîndar bûn û tenduristiya 2 xwendekaran jî giran e.

Li ser rêya Agiriyê û navçeya wê Avkevirê, nêzîkî gundê Zîroyê mînîbusa xwendekaran a bi şofêriya U.T. û barhilgira bi şofêriya N.P. li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li  gorî agahiyan, tîmên tenduristiyê bi ambûlansan 20 xwendekarên birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.

Herwiha hate zanîn ku rewşa tenduristiya xwendekarên bi navê Berfîn Y. û Alîhan Y. jî di xeterê de ye.