Xarpêt: 3 xwişk bi hev re nanê tenûrê dipêjin û difiroşin marketan

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Xwişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Miyadînê yê Xarpêtê 3 xwişk bi hev re nanê tenûrê dipêjin û difiroşin marketan.

Destpêkê her sê xwişkan bi tenê dest bi vî karî kirin lê ji ber daxwaza zêde 5 jinên din ên gund jî li cem xwe wek karmend wergirtin.

Gotin hûn nikarin û bi ser nakevin lê her sê xwişkan guh neda gotinan.

Li gundê Miyadînê yê parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bi hev re tenûra nan ji xwe re vekirin.

Xwediya tenûrê Filîz Gulê anî ziman:

“Ez berê li çend cihên cûda xebitîm. Piştre min got ez çima karê xwe bixwe nekim? Ez hatim û bi malbata xwe re axivîm.

Ez bi xwişkên xwe re axivîm û me biryar da ku em bi hev re vî karî bikin û me kir. Gelekî baş bû. Mişteriyên me ji me razî ne û em jî gelekî ji wan razî ne.”

Destpêkê her sê xwişkan bi tenê dest bi vî karî kirin lê daxwaza li ser nanê wan zêde bû û pê re nedigihiştin.

Wan 5 jinên din ên gund jî li cem xwe wek karmend wergirtin û deriyekî dahatê ji wan re jî vekirin.

“Em ji karê xwe gelekî hez dikin”

Nanpêj Mîne Yalçinê got:

“Cîran, xizm û mişteriyên me şanaziyê bi me dikin. Em jî bi qasî ku ji destê me tê nanê herî baş ê tenûrê pêşkêşî wan dikin.

Me mil da milê hev û dest bi vî karî kir. Em ji karê xwe gelekî hez dikin û piştevaniya hev dikin û ev yek gelekî baş e. Em herwiha bi vî karî sûdê digihînin malbatên xwe jî.”

Ew demjimêr 12ê şevê tenûra xwe pêdixin. Piştî 6 demjimêran dest bi pêhtina nan dikin.

Nanê xwe li ser agirê êzingan dipêjin û ji ber vê yekê jî mişteriyên wan taybet in.

Mişteriyê nanê tenûrê Ertem Taş got:

“Em 2-3 rojan carekê tên û ji vê derê nan dikirin. Ji ber ku li ser agirê êzingan dipije gelekî bi tam e.”

Her sê xwişk bi 5 jinên din ên gund re 4 sal in nanê xwe ji vî karî derdixin.”

Bi vê çîroka xwe ya serkeftinê ji gelek jinên navçeyê re jî bûne mînak û dibêjin eger jin bibin yek û  bixwazin ti karek nîne ku ji destê wan neyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst