Platforma Koçê ya Mezopotamyayê: Ji sedî 80yê kesên koçî Ewropayê dikin Kurd in

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Platforma Koçê ya Mezopotamyayê Penaberî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Koçê ya Mezopotamyayê ragihand ku di 9 mehên destpêkê de ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 51 hezar û 415 kesan li Ewropayê daxwaza penaberiyê kirine ku ji sedî 80yê wan Kurd in.

Platforma Koçê ya Mezopotamyayê ya ku ji Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê, Komeleya Çavdêriya Koçê, Komeleya Çavdêrî û Lêkolîna Koç û Penaberan a Çukurovayê û Komeleya Koçê ya Serhatê pêk tê doh li Amedê civîneke medyayê saz kir û bal kişand ser koça Kurdan a ji Bakurê Kurdistanê.

“Li ser Kurdan siyaseta koçkirinê tê meşandin”

Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê Medya Alkanê daxuyaniya hevbeş xwend û ragihand:

“Li ser Kurdan siyaseta koçkirinê tê meşandin. Ji ber koça Kurdan li ser ziman û çanda Kurdan encamên neyînî derdikevin.

Kurd ji bilî sedemên siyasî û aborî ji ber polîtîkayên taybet ên şer jî koç dikin.”

“Hejmar gihişte 51 hezar û 415 kesan”

Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê Medya Alkanê got:

“Sala 2016an ji bo penaberiyê 9 hezar û 675 kesan serî li Ewropayê dabû û di 9 mehên destpêkê yên sala 2023an de ev hejmar gihişte 51 hezar û 415 kesan.

Li gorî amarên fermî mehane kêm zêde 6 hezar kes koçî Ewropayê dikin lê em wiha difikirin ku ev hejmar zêdetir e. Ji sedî 80yê kesên ku koç dikin Kurd in.”

Alkan dibêje, ji bo ku Kurd koç bikin polîtîkayên taybet têne meşandin û bi vî awayî dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin û bîr û dîroka wê tune bikin.

Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê Medya Alkanê herwih anî ziman:

“Em ne neçar in koç bikin û divê em li ax, ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin û aboriya xwe ava bikin û ji bo tax, bajar, xweza û siberoja ve bixebitin.”

Alkanê bangî partiyên siyasî, saziyên sivîl û aliyên pêwendîdar ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir da ku li dijî polîtîkayên koçkirinê rawestin û bi hev re bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst