Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Til Xelefê yê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 14 kes desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 29ê mehê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Til Xelefê yê Serê Kaniyê bi ser çend malan de girtin.

Di encamê de 14 kes bi tohmeta pêkanîna êrişan li ser grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê û çêkirina gefê li ser ewlehiya Tirkiyeyê hatin desteserkirin.

Ew ji bo zindana rûbirûbûna terorê ya nav bajarê Serê Kaniyê hatine veguhastin.

Roja 27ê mehê jî, 6 koçberên Sûriyeyî ku ji aliyê polîsên serbazî ve hatibûn girtin, ji Serê Kaniyê ji bo Tirkiyeyê hatibûn veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst