Nêçîrvan Barzanî: Hewildanên cîhanê ji bo parastina gerestêrka me girîng in

01-12-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja duyemîn a 28emîn Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) ya Neteweyên Yekbûyî bi gotara Serokê Îmarat û ragihandina sindoqeke 30 milyar dolar bo xizmetkirina enerjiyê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel serok û serkirdeyên 199 welat û navçeyan beşdarî konferansa herî girîng a avhewayê ya cîhanê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê derbarê de postek li ser tora civakî ya Xê belav kir û ragihand:

“Ez kêfxweş im ku ji bo rêûresma vekirina COP28 li Dubai me. Hewldanên hevgirtî û hevkariyên cîhanê ji bo parastina gerstêrka me girîng in.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di konferansê de beşdar bû û di postekê de li ser tora civakî ya Xê de got:

“Îsal konferansa #COP28 di demek girîng de tê encamdan.

Gefên guherîna keşûhewayê sînoran nas nakin, ji ber vê yekê divê em bi hev re bixebitin da ku rûbirûyî wê bibin.

Herêma Kurdistanê wekî beşek ji Îraqê ku pêncemîn ziyanmendtirîn welatên bi guhertinên avhewayê bandor bûye, û di bin metirsiya hişkesalî, beyarbûn, kêmbûna avê û kêmbûna rûbera çandiniyê de ye, ji ber wê jî dixwaze ji alîkarî û destpêşxeriyên navdewletî sûd werbigire.”

Şêwirmenda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Derve û Guherîna Avhewayê Beyan Samî Ebdulrehman got:

“Ji bo guherîna avhewayê behsa bûdceyeke mezin tê kirin û em hewl didin beşek ji wan pereyan bigihînin Herêma Kurdistanê.

Bi gotina Cîgirê Wezîrê Darayî yê Iraqê, hikûmeta Sûdanî 6 trîlyon dînar ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê terxan kiriye û Herêma Kurdistanê jî di nav de ye.

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, ji bo qerebûkirina hişkesaliyê, pêlên germê û lehiyan salane pêwîstiya cîhanê bi 387 milyar dolarî heye.

Di sala 2014an de biryar hatibû dayîn ku salane 100 milyar dolar ji bo wê sedemê were komkirin lê pereyên ku hatine terxankirin negihiştine wê rêjeyê, ji ber ku welatan li ser çawaniya dabeşkirin û aliyên birêvebirina wê li hev nekirin.

Lê di roja yekem a konferansê de, hema hema hemû welatan li hev kirin ku di destpêka sala bê de dest bi dagirtina sindoqê bikin, ku dê ji aliyê Banka Cîhanî ve were birêvebirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst