Li Dîlokê şerê bi çekan: 5 kes birîndar bûn

01-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêre (Rûdaw) - Li navçeya Şehitkamilê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî du malbatan bi çekan şerê hev kirin û di encam de 5 kes birîndar bûn.

Li Kolana Fevzi Çakmak a Şehitkamilê duh 30ê Mijdarê di navbera du malbatên ku pêştir pirsgirêka wan a deyn hebû şerê hev kirin.

Her du aliyan bi çekan êrîşî hev kirin û di encam de 2 jê bi giranî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê hatin veguhestin.

Ji bo desteserkirina gumanbaran xebat hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst