Serokkomarê Îranê bi serdanekê gihîşt Sineyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro tevî şandeke kabîneya xwe serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kir.

Serokkomarê Îranê û şanda pê re îro sibehê gihîşt Sineyê û li firokexaneya bajêr ji aliyê Parêzgarê Sine û nûnerê rêberê Îranê yê li parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.

Cîgirî Serokkomarê Îranê, Muhsin Mensûrî têkildarî serdana Îbrahîm Reîsî bo Sineyê ji ajansa fermî ya wî welatî IRNAyê re ragihandiye, serdana serokkomar ji bo Sine bi armanca vekirina projeyeke avê, hevdîtina li gel xelkê û civîna bi mamosteyên olî û kesayetên wê parêzgehê re ye.

Serdana Îbrahîm Reîsî bo Sine tenê rojekê dom dike.

Li gor IRNAyê, Reîsî îro di merasima vekirina projeya veguhestina ava Bendava Azad bo bajarê Sineyê de amade dibe.

Ev serdan di demekê de ye ku zêdeyî 2 mehan e li bajarê Sine û bajarokên ser bi wê parêzgehê ve xwepêşandanên nerazîbûnê tên lidarxistin.

Beriya 5 mehan jî Ibrahîm Reîsî serdana Sine kiribû.