Li Erzînganê 11 koçber û 5 qaçaxçî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, 11 koçber hatin desteserkirin û 5 qaçaxçî hatin girtin.

Tîmên Şaxa Tekoşîna li Dijî Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Erzînganê, li ser rêya Erzîngan-Erzeromê 3 otombîlên cuda rawestandin.

Di otomobîlên ji Wanê diçûn Stenbolê de 9 jê Sûrî, 2 Efxan bi tevahî 11 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha di nav otombîlan de 5 welatiyên Sûrî yên bi navê H.A, E.H.M, E.S, H.O û O.B. bi hinceta rêkxistina qaçaxçitiyê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Koçberên neyasayî bo karên wan dê bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr bên radestkirin.