Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêr-Moskow de gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksim Maksimov kir û tevî gotûbêjkirina pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê, behsa destpêkirina geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêr-Moskowê de kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Maksim Maksimov tekezî li ser pêşxistina zêdetir a peywendiyan û serdanên zêdetir ên şandên her du aliyan kirin û nêrîneke hevbeş hebûn ku peywendiyên Hewlêr û Moskowê bi tenê di warê alîkariya enerjiyê de nemînin û ew peywendî bêne berfirehtirkirin û di warên cor bi cor de bin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê bi taybetî tekezî li pêşxistina peywnediyên du alî di herdu warên çandinî û pîşesaziyê de kirine û ji bo vê yekê jî diyar kirine, ku herdu alî di prtakîkê de pêngavan bihavêjin û nûnerên Herêma Kurdistanê beşdarî di şandên Iraqê yên bo Rûsyayê de bikin.

Di civînê de ku Konsolê Giştî yê Rûsya yê li Hewlêrê jî amade bû, “peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Rûsya, karê kompanyayên Rûsî yên enerjiyê li Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî li Iraqê, hilbijartinên bên yên Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkên wan, metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ên jib o herdu aliyan giring hatin gotûbêjkirin.”

Nêçîrvan Barzanî û Masim Maksimov destnîşan kirin, ku derfet û bingeheke baş ji bo pêşxistina peywendiyên du alî heye û behsa hêsankarî di warê hatin û çûna di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê jî kirin. Ji bo vê mebestê jî herdu aliyan “behsa bîrokeya hebûna geşta asmaniya rasterast di navbera Hewlêr-Moskowê de” jî kirin.