Du gundên Şêrawa ya Efrînê hatin topbarankirin

01-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û komên çekdar şeva bihorî çend gund û dever li navçeya Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve ku hêj di kontrola hêzên Kurdî de ne, topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê herdu gundên Merenaz û Elqemiye û derdora wan gundan li navçeyê kirine armanc.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku piştî topbarankirina herdu gundan ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê bi çekên otomatîkî heman dever kirine armanc.

Ev sê roj in li pey hev, gund û deverên herdu navçeyên Şêrawa ya Efrînê û Şehba li bakurê Helebê rastî topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst